Numan Kurtulmuş li Diyarbekirê bi Kurdî peyama aştiyê da

PeyamaKurd- Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ligel endamên parlamentoyê yên Komîsyona Çareseriyê serdana bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê kir û ji bo serxistina pêvajoyê peyamên aştîyê dan. Herwiha Kurtulmuş, bal kişand ser mafê zimanê zikmakî û got ku wekî şîrê dayikê helal e. Kurtulmuş, cara yekem li Diyarbekirê rêzikekê Kurdî xwend û di hesabên fermî yên Parlamentoya Tirkiyeyê de jî hate belav kirin.
Li Şaredariyê hate pêşwazîkirin
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê di serdana xwe ya Diyarbekirê de, cara ewil çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û ji aliyê hevşaredarên DEM Partiyê ve hate pêşwazîkirin. Herrwiha Kurtulmuş, li nav Diyarbekirê jî geriya û çay bi welatiyan re vexwar.
Bi Kurdî peyama aştiyê
Kurtulmuş di vekirina sala akademîk a Zanîngeha Dicleyê de got, “Bi hev re bibin dil bi dil, dest bi dest; aştî li nav me ra best.” û ev gotin cara yekem bêyî ku wekî zimanekî biyanî bê nasandin li ser hesabên fermî yên Parlamentoya Tirkiyeyê jî hatin belavkirin.
Numan Kurtulmuş got, "Em dê vê carê bi ser bikevin, vê carê aştî dê serwer be, vê carê aramî dê serwer be, vê carê biratî dê serwer be."
Kurtulmuş di destpêka axaftina xwe de Diyarbekir wekî navendeke girîng a şaristaniya mezin a Kurd û şaristaniya Îslamê bi nav kir.
Numan Kurtulmuş got, "Diyarbekir yek ji wan bajarên me yên nadide ye ku senteza di navbera Rojhilat û Rojavayê de, di navbera Mezopotamya û Anatolyayê de bi awayekî herî baş pêk aniye."
‘Ezmûna aştiyê ya Tirkiyeyê dê bibe mînak’
Serokê Parlamanetoya Tirkiyeyê bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û da zanîn ku ev tecrûbe dema bi ser keve dê li cîhanê bibe mînak.
Numan Kurtulmuş wiha axivî: "Ezmûna aştiyê ya Tirkiyeyê, dema bi serkeftî bi dawî bibe, dê li gelek zanîngehên cîhanê, li fakulteyên zanistên siyasî û beşên civaknasiyê wekî modelekê bê xwendin û nîşandan.
Ji bo vê, divê her kes ji odeyên xwe yên bertekdayînê derkeve û li ser berjewendiya hevpar a vî welatî bifikire."
Kurtulmuş bangî aliyên siyasî kir ku dev ji rojevên xwe yên teng berdin û li ser berjewendiya 86 milyonî û hemû gelên herêmê bifikirin.
‘Zimanê zikmakî wekî şîrê dayîkê helal e’
Numan Kurtulmuş di axaftina xwe de mafê zimanê zikmakî jî parast û gotineke ku gelek bal kişand bikar anî.
Kurtulmuş di berdewamiya axaftina xwe jî de got,"Zimanê zikmakî wekî şîrê dayîkê helal e.
Li vî welatî ti kes nikare ji ber ku dixwaze zimanê xwe bi kar bîne bê darizandin. Li ser ziman cudakarî nayê kirin."
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi ayeteke Quranê kir û got ku cudahiya zimanan nîşana hebûna Xwedê ye û di ferhenga neviyên Alparslan û Selahedînê Eyûbî de cihê nijadperestiyê nîne.
‘Vê carê yan em ê bi ser kevin yan emperyalîst’
Kurtulmuş êrişên Îsraîlê yên li ser Rojhilata Navîn jî bi bîr xist û got ku armanca emperyalîstan perçekirina herêmê ye û wiha pê de çû:
"Ev zêdetirî sedsalekê ye ku bi tezên Sykes-Picotê yên 'parçe bike û birêve bibe' Rojhilata Navîn anîne vê rewşê. Armanca wan ew e ku hîn zêdetir parçe bikin. Armanca me ew e ku em hîn zêdetir yekîtiyê çêbikin. Sînor danîn navbera gelên herêmê lê nekarîn dilê wan ji hev biqetînin. Gelo çi Nisêbînê ji Qamişloyê û çi Sirûcê ji Kobaniyê cuda dike? Vê carê yan em ê bi ser kevin yan emperyalîst. Em dê teqez bi ser kevin."
Numan Kurtulmuş axaftina xwe bi van gotinên Kurdî bi dawî kir: "Bila yekîtî hebe, em dil bi dil, dest bi dest bin, bila aştî di navbera me de esas be."
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.





