Trump daxwaza mûşekên Tomahawk a Ûkraynayê red kir

Trump daxwaza mûşekên Tomahawk a Ûkraynayê red kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, di hevdîtina xwe ya li Qesra Spî bi Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî re, daxwaza Kîevê ya ji bo mûşekên Tomahawk red kir û da zanîn ku ew mûşek ji bo parastina Amerîkayê pêwîst in. Trumpê ku xwe amade dike li Bûdapeştê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bicive, diyar kir ku ew bawer dike şer nêzîkê dawîbûnê ye.

Di hevdîtina duh, roja Înê, 17ê Cotmehê de, ku li Qesra Spî pêk hat, Zelenskî bi awayekî eşkere daxwaza mûşekên Tomahawk kir ku bikarin armancên di kûrahiya Rûsyayê de bipêkin û zextekê li ser Pûtîn çêkin. Lêbelê, Trump bersiveke neyînî da û got, "Em jî hewceyê Tomahawkan in. Em naxwazin tiştên ku ji bo parastina welatê xwe hewce ne, bidin derve." Trump diyar kir ku ew li bendê ye şer bêyî hewcedariya van çekan bi dawî bibe.

Ev hevdîtin rojek piştî peywendiyeke telefonî ya di navbera Trump û Pûtîn de pêk hat, ku tê de her du lîder li hev kirin ku ji bo gotûbêjkirina dawîanîna şer li Budapeştê bicivin. Trump da zanîn ku ew ê di derbarê naveroka hevdîtina bi Pûtîn re Zelenskî agahdar bike.

Ji aliyê xwe ve, Zelenskî spasiya Trump kir ji bo serkeftina wî di pêkanîna agirbesta li Xezayê de û hêviya xwe anî ziman ku heman serkeftinê ji bo Ûkraynayê jî nîşan bide. Rêberê Ûkraynayê got, "Em aştiyê dixwazin, lê Pûtîn naxwaze. Ji ber vê yekê, divê zexta li ser wî were zêdekirin."

Tevî redkirina mûşekan, Trump eleqeya xwe ji bo dronên ku li Ûkraynayê tên çêkirin nîşan da û Zelenskî jî pêşniyara danûstandina dronan bi mûşekan re kir.

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.