Hamas Îsraîlê ji ber vegerandina girtiyan tawanbar dike

Hamas Îsraîlê ji ber vegerandina girtiyan tawanbar dike

PeyamaKurd - Hamasê diyar kir ku derengketina vegerandina cenazeyên girtiyên Îsraîlî ji ber redkirina Îsraîlê ya ji bo ketina alavên rizgarkirinê bo Xezzeyê ye.

Hamasê di daxuyaniyek nivîskî de diyar kir, "Hin cenazeyên girtiyên Îsraîlî di tunelan de û di bin xirbeyên avahiyên ku ji ber bombebarana Îsraîlê hatine hilweşandin de têne dîtin. Derengketin ji ber redkirina Îsraîlê ya ji bo ketina alavên rizgarkirinê bo Xezzeyê ye."

Tevgerê diyar kir ku wan hemû cenazeyên ku dîtine vegerandine, lê alav û amûrên pêwîst ji bo derxistina cenazeyên mayî hîn jî nehatine peydakirin û tekez kir ku hikûmeta Îsraîlê bi tevahî berpirsiyarê derengketinê ye.

Berdevkê Hamasê Hazem Qasim rexne li standardên dualî kir û diyar kir ku civaka navneteweyî ji bo cenazeyên çend leşkerên Îsraîlî heman eleqeya xwe nîşan nedaye ku ji bo deh hezaran Filistîniyên ku li Xezzeyê di bin xirbeyên wan de hatine veşartin nîşan daye.

Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.