Li Îranê girtî li dijî îdaman ketin gireva birçîbûnê û lêvên xwe dirûtin

PeyamaKurd- Li dijî zêdebûna biryara îdaman, beşek ji girtiyên Girtîgeha Qizilhîsarê ya li bajarê Kerecê yê Îranê 4 roj in di greva birçîbûnê de ne û hinekan ji wan lêvên xwe dirûtine.
Girtiyên li hola duyem a girtîgehê, ku hejmara wan digihîje bi sedan kesan, ji roja duşemê ve li dijî bicihanîna zêde ya cezayê îdamê dest bi greva birçîbûnê kirine.
Girtiyan ji nav girtîgehê peyamek belav kirine û dibêjin ku nêzîkî hezar û 500 girtiyên li Girtîgeha Qizilhîsarê cezayê îdamê li wan hatiye birîn û daxwaz dikin ku bicihanîna cezayên wan were rawestandin.
Rêxistinên mafên mirovan vîdeoya greva girtiyan belav kiriye û ragihandiye ku komîteyeke Rêxistina Girtîgehên Îranê çûye serdana wan û daxwaz ji wan hatiye kirin ku dest ji grevê berdin, lê girtiyan gotiye, heta soza rawestandina îdamê neyê dayîn ew dev jê bernadin.
Ev grev di demekê de ye ku doh 3 girtiyên Kurd ên xelkê Kuhdeşta Loristanê yên bi navên Secad Hatemî, Mecîd Hatemî û Emîrreza Qubadî li Girtîgeha Qizilhîsarê hatin îdamkirin.
Girtîgeha Qizilhîsarê ya Kerecê girtîgeha herî mezin a Îranê ye û li gorî amarên nefermî zêdetirî 20 hezar girtî tê de ne.
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.




