Li navça Özalp a Wanê 2 teref li hev xistin: 1 kuştî û 19 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Özalpê di navbera du terefan de pevçûnekî derket û di encamê de kesekî hat kuştin û 19 kes birîndar bûn.
Bûyer li taxa Ayazca qewimî. Sedema şerê navbera her dû terefan nehat zanîn. Tîmên tenduristiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya navça Özalpê.
Li ser bûyerê hêzên asayîşê tedbîrên tund sitendin da bûyer zêdetir nebe.
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.




