Dadgehê 6 sal û 4 meh cezayê zîndanê da parlementerê DEMê Berdan Öztürk

PeyamaKurd – Dadgeha cezayê giran ya 1em ya bajarê Agiriyê, di celsa dawiyê de 6 sal û 4 meh cezayê zîndanê da parlementerê DEM partiyê Berdan Öztürk.
Lêpirsîna Berdan Öztürk di sala 2016an de ji aliyê serdozgeriya bajarê Agiriyê de dabû destpêkirin û dosya wî biribûn dadgeha cezayê giran ya yekem ya Agiriyê. Di celsa dawiyê de Öztürk li dadgehê amade nebû lê parêzerê wî amade bû.
Dadgehê ji ber alîkariya rêxistinê kiriye 4 sal û 6 meh û ji ber propoganda rêxistinê kiriye 1 sal û 10 meh cezayê zîndanê lê birî.
Parlementerê DEM Partiyê yê Agiriyê Sırrı Sakık li dijî biryarê derket û nerazîbûna xwe di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand.
Ev nivîs 233 car hatiye xwendin.




