UNESCOyê cejnên pîroz ên misilmanan bi fermî xist lîsteya xwe

UNESCOyê cejnên pîroz ên misilmanan bi fermî xist lîsteya xwe

PeyamaKurd – Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di Konferansa Giştî ya 43yemîn de ya ku li bajarê dîrokî yê Semerkandê hat lidarxistin, Cejna Remezanê û Cejna Qurbanê bi awayekî fermî nas kir.

Ev biryara ku roja Duşemê, 3yê Mijdara 2025an, hat pejirandin, li ser pêşniyareke ku ji aliyê Endonezyayê ve hatibû pêşkêşkirin çêbû.

Li gorî daxuyaniya UNESCOyê, armanca naskirina van cejnan ew e ku têkiliyên çandî werin xurtkirin û rêzgirtina hevbeş were berfirehkirin. Biryarname tekezî li ser van xalan kir:

Parastina misyona UNESCOyê ya derbarê rûmeta mirovan, wekhevî û pirrengiyê de.

Bi vê biryarê re, Rêveberê Giştî yê UNESCOyê dê her sal bi boneya Cejna Qurbanê û Cejna Remezanê peyamên pîrozbahiyê belav bike û giringiya wan a manewî û civakî ronî bike.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.