UNESCOyê gundekî Hewramanê weke gundê “herî xwes ê gestê” pêsniyaz kir

UNESCOyê gundekî Hewramanê weke gundê “herî xwes ê gestê” pêsniyaz kir

PeyamaKurd – Rêxistina UNESCOyê gundê dîrokî yê Hecîc ê li Kirmaşanê (Hewramana text) ji bo lîsteya xwe ya "Xweştirîn Gundên Geştyariyê yên Cîhanê" ji bo sala 2027'an pêşniyar kir.

Gundê Hecîcê ku ser bi Paweyê ve ye, bi avahîsaziya xwe ya pêlekanî û dîroka xwe ya kevnar ku digihîje zêdetirî 40 hezar sal berê tê nasîn.

Karbidestên herêmê tekez kirin ku ev pêngav dê bibe sedema geşbûna aboriya Hewramanê û parastina çanda Kurdî ya resen li Rojhilatê Kurdistanê.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.