Li Bexdayê malbateke ji 7 kesan di şewatê de can da

PeyamaKurd – Li gorî jêderên ewlehiyê, îro, 13ê Tebaxa 2025an, malbateke ku ji 7 kesan pêk dihat, di encama şewatekê de li mala xwe ya li Rojhilatê Bexdayê bi awayekî trajîk canê xwe ji dest da.
Heman jêderan diyar kir ku şewat li taxa "Ûr"ê ya li Rojhilatê Bexdayê, di mala qurbaniyan de derketiye. Tîmên parastina sivîl gihîştin cihê bûyerê û cendekên qurbaniyan derxistin.
Hat ragihandin ku di nav qurbaniyan de dê û bavek û 5 zarokên wan hebûn.
Derbarê sedemên derketina şewatê de, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve lêpirsîneke fermî hat destpêkirin.
Ev bûyera xemgîn di demekê de diqewime ku rexneyên tund li ser kêmasiyên di tedbîrên ewlehiyê û parastina sivîl de li Iraqê hene.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di nîvê meha borî de, li parêzgeha Kûtê, di hîpermarketa "Kornîş"ê de şewateke mezin derketibû û di encamê de zêdetirî 60 kesî canê xwe ji dest dabû û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.
Welatî gilî û gazincan dikin ku hikûmetê heta niha nekariye alav û amûrên pêwîst ji bo agirkujiyê û pêşîgirtina li karesatên bi vî rengî peyda bike.
Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.




