Enqere: Tirkiye û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li dijî YPG û Îsraîlê peyamên hevbeş dan

PeyamaKurd – Li paytexta Tirkiyeyê Enqerê, di navbera şandeyên payebilind ên Tirkiye û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hevdîtinek pêk hat.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan mazûvaniya hevtayê xwe yê Sûriyeyî Esed Hesen Şeybanî, Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra û Rêveberê Îstîxbaratê Husên Selame yên ji Hikûmeta Demkî kir. Piştî civînê, her du wezîrên derve di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de, li ser mijarên ewlehiyê û siyaseta herêmî daxuyaniyên tund dan.
Fîdan: "YPG lîstikê xera dike"
Hakan Fîdan di axaftina xwe de bal kişand ser rola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û got ku hin alî ji pêşketinên erênî yên li Sûriyeyê aciz in. Fîdan îdia kir ku YPG"lîstikxirabker" e û weha got: "YPG tev li pergalê nabe û zirarê dide atmosfera erênî. Divê ev helwêst neyên tehemilkirin."
Wezîrê Tirk herweha Îsraîl bi tundî rexne kir û wek "serekê lîstikxirabkeran" bi nav kir, bi taybetî di çarçoveya bûyerên li parêzgeha Siwêdayê de.
Fîdan bang li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir û got, "Cihê ku hûn lê ne, ne cihê rast e. Bifikirin ka hûn çawa dikarin bi hev re Sûriyeyê ava bikin." Wî tekez kir ku heger fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê neyên çareserkirin, şensê aramiyê li herêmê tune ye.
Şeybanî: "Îsraîl dixwaze Sûriyeyê parçe bike"
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî gefên Îsraîlê wek sedema sereke ya pirsgirêkên li welatê xwe destnîşan kir. Şeybanî got, "Çavê Îsraîlê li serweriya Sûriyeyê ye. Ew dixwazin Sûriyeyê parçe bikin û ewlehiya welatiyên me dixin xeterê."
Wî bal kişand ser giringiya jinûveavakirin û vejandina Sûriyeyê û hişyarî da ku divê rê li ber kaosekê neyê vekirin. Derbarê rewşa Siwêayê de, Şeybanî got ku civaka Durzî beşekî bingehîn ê Sûriyeyê ye û Îsraîl hewl dide bi "vegotinên derewîn" tevlîheviyê derxîne. Wî tekezî li ser pêwîstiya "nasnameyeke Sûriyî ya yekgirtî" kir.
Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.




