Iraq û Îran bersiva daxuyaniyên Wezareta Derve ya Amerîkayê didin

Iraq û Îran bersiva daxuyaniyên Wezareta Derve ya Amerîkayê didin

PeyamaKurd - Balyozxaneya Îranê li Bexdayê destwerdana Amerîkayê di têkiliyên dualî yên di navbera Bexda û Tehranê de şermezar kir û diyar kir ku ev daxuyanî delîlên eşkere yên bernameya bêîstîqrarkirina Amerîkayê li dijî welatên herêmî ne.

Di daxuyaniyekê de ku roja Çarşemê, 13ê Tebaxa 2025an de hat weşandin, Balyozxaneyê tekez kir ku dijberiya Wezareta Derve ya Amerîkayê li hember memoranduma têgihîştinê ya di navbera Îran û Iraqê de ji bo baştirkirina ewlehiyê û têkoşîna li dijî terorê hatiye îmzekirin, destwerdanek nepejirandî di têkiliyên di navbera her du welatan de ye.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce diyar kir ku ev daxuyanî "delîlên eşkere yên bernameya bêîstîqrarkirina Amerîkayê li dijî welatên herêmî û nîşandana hewldanên berdewam ên biryarderên li vî welatî ne ji bo çandina nakokiyan di navbera gelên her du aliyan de."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Destwerdana bi vî rengî Peymana Neteweyên Yekbûyî û prensîbên hiqûqa navneteweyî, ku li ser hevkariya di navbera welatan de ne, binpê dike."

Wezareta Derve ya Amerîkayê roja Sêşemê 12ê Tebaxê, memoranduma ewlehiyê ya ku di navbera Iraq û Îranê de hatibû îmzekirin red kir û diyar kir ku ew li dijî her qanûnekê ye ku li dijî armancên Amerîkayê ye an jî li dijî xurtkirina saziyên ewlehiyê yên heyî yên Iraqê ye.

Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.