Komedyenê Kurdî, Emîno piştî 40 rojên binçavkirinê xistin Girtîgeha Ûrmiyeyê

Komedyenê Kurdî, Emîno piştî 40 rojên binçavkirinê xistin Girtîgeha Ûrmiyeyê

PeyamaKurd – Komedyen, hunermend û lîstikvanê şanoyê yê Kurdî, Emîn Kerîmî (Emîno), ku berê yek ji girtiyên tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" bû jî, piştî bidawîbûna demên lêpirsînê, ji girtîgeha Îdareya Îtilaatê (Dezgeha Îstixbaratê) ya li Ûrmiyeyê, xistin Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyeyê.

Li gorî agahiyên ku gihîştine Saziya Mafê Mirov a Hengawê, roja Duşemî, 11ê Tebaxa 2025an, Emîn Kerîmî piştî 40 rojên binçavkirinê yên li girtîgeha Îtalaatê, derbasî Girtîgeha Navendî ya li Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê hat kirin.

Malbata wî ragihand ku Emîno ji mafê hevdîtina li gel wan bêpar hatiye hiştin.

Herweha diyar kirin ku hesabên wî yên li ser medyaya civakî jî ketine destê hêzên ewlehiyê yên Rejîma Komara Îslamî ya Îranê û ji aliyê wan ve tên birêvebirin.

Emîn Kerîmî roja Sêşemiyê, 1ê Tîrmeha 2025an, dema ku ji Bakurê Kurdistanê vedigeriya, li deriyê sînorî yê "Sêro"yê Ûrmiyeyê ve ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve hatibû girtin.

Ev nivîs 194 car hatiye xwendin.