Li Hatayê êrîşa nijadperest li dijî ciwanên Kurd: "Em we li vir naxwazin"

Li Hatayê êrîşa nijadperest li dijî ciwanên Kurd: "Em we li vir naxwazin"

PeyamaKurd – Li navçeya Samandagê ya Hatayê, 8 ciwanên Kurd di nav 2 rojan de rastî êrîşên nijadperest ên tund hatin.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, ciwan hem ji aliyê komeke ji niştecihên herêmê û hem jî ji aliyê polîsan ve bi awayekî sîstematîk rastî tundiya fizîkî û devkî hatine, û bi gotinên wekî "Em Kurdan li vir naxwazin" gef li wan hatiye xwarin.

 "Pêşî gel, paşê polîsan li me da"

Muhammed Bayramê ku yek ji mexdûrên êrîşê ye, weha qala hûrgiliyên bûyerê kir:

"Bûyer bi hinceta cezayê trafîkê dest pê kir. Piştî ku polîs ceza li wan dibire,  di ser re dest bi lêdan û heqaretê dikin. Di wê demê de, komek ji niştecihên herêmê jî kom dibin û bi polîsan re êrîşî wan dikin."

Bayram diyar kir ku êrîşkaran ji wan re gotiye, "Hûn ji Diyarbekirê ne, hûn Kurd in, em naxwazin hûn li vir bin. Em li dijî wê ne ku hûn li vir bixebitin."

Li gorî gotina Bayram, her ku girse zêde dibû, tundiya polîsan jî zêdetir dibû:

"Polîsan bi stûyê me girtin û em kaş kirin. Girseyê di wê gavê de êrîşî me kir. Polîsan gaza rondikrêj bi kar anî, em ji ber gazê ketin erdê û bêhiş bûn. Bi dehan caran li me xistin. Girseyê ji polîsan cesaret stand."

"Ji dêvla parastinê giliyê me kirin"

Piştî êrîşê, ciwan birin qereqola polîsan. Lê li wir, ew bi rewşeke hê xerabtir re rûbirû man: Polîs li şûna ku giliyê wan wergire, li dijî wan gilî tomar kiriye û pismamê Bayram hatiye binçavkirin.

Bayram anî zimên ku piştî serbestberdanê jî gef li wan hatiye xwarin û ji wan re hatiye gotin:

"Plaqeya wesayîta we tê naskirin. Ger hûn ji vir dernekevin, ew ê we bikujin. Heta em jî nikarin we biparêzin. Yan xetera mirinê bidin ber çavê xwe û derkevin, yan jî vegerin bajarê xwe."

Hat ragihandin ku ciwan ji ber ku ewlehiya canê wan nemabû, neçar man ku di nîvê şevê de ji herêmê derkevin. Ev bûyer nîşana zêdebûna tansiyona nijadperest a li dijî karker û ciwanên Kurd li herêmê ye.

Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.