Serokê Tevgera Nesla Nû Şaswar Abdulwahid hat binçavkirin lê partî dibêje hat revandin

Serokê Tevgera Nesla Nû Şaswar Abdulwahid hat binçavkirin lê partî dibêje hat revandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku serokê Tevgera Nesla Nû (Newey Nwe) Şaswar Abdulwahid li bajarê Silêmaniyê bi biryara dadger xistine binçav lê partiya Şaswar Abdulwahid dibêje ku hatiye ravandin.

Çavkaniya ku bo Rûdawê ragihandiye ku Abdulwahid bi biryara dadger hatiye binçavkirin bêhitr rast xwuyaye. Tevgera Nesla Nû li ser girtina serokê xwe dibêje:

“Revandina Şaswar Abdulwahid ketiye piştî daxwuyaniya wî ku çend roj berê gotibû ‘eger pirsgirêka mehaneyan çareser nebe, wê Tevgera Nesla Nû tewrekî dinê nîşan bide’.

Li gor daxwuyaniya Tevgerê; Abdulwahid, di 12ê Tebaxê de, êvarê seet di 22.00an de ji aliyê hêzekî girêdayê YNKê de hatiye revandin. Lê polîsê Silêmaniyê ji bo Rûdawê gotiye ku girtina wî qanûniye, girtina wî ji ber çend cara dadgehê gazî wî kiriye lê neçûye dadgehê ye.

Tevgera Nesla Nû di daxwuyaniya xwe de gotiye ku YNKê ew revandiye, ji revandinê Bafil Talabanî û Qubad Talabanî berpirse, bê ku di dest de biryara dagehê hebe seet di 22.00an de avêtine ser mala wî û ew revandine û daxwuyaniya xwe jî ji bo raya giştî ya Herêma Kurdistanê û balyozxaneyên dinyayê daye.

Ev nivîs 127 car hatiye xwendin.