Parastina Sivîl a Soranê: Agirê li Çiyayê Gorezê bi qestî tê pêxistin

Parastina Sivîl a Soranê: Agirê li Çiyayê Gorezê bi qestî tê pêxistin

PeyamaKurd – Tîmên parastina sivîl a Soranê hewl didin agirê ku careke din li Çiyayê Gorez ê devera Balekayetiyê derketiye, kontrol bikin. Berdevkê parastina sivîl ragihand ku ev şewat bi qestî têne derxistin û ew niha piştrast in ku kesin li pişt van bûyeran in 

Berdevkê Parastina Sivîl a Soranê, Rewend Meqdîd ji Kurdistan TVyê re ragihand ku 8 tîmên wan li herêmê ne, lê ji ber metirsiya teqîna mayînan, karê vemirandinê bi hêdî û bi baldarî bi rê ve diçe.

Meqdîd destnîşan kir ku ev zêdetirî 10 caran e ku agir bi heman çiyayî dikeve û got: "Di destpêkê de me guman dikir, lê niha em piştrast in ku kesin van şewatan derdixin. Piştî ku em agir kontrol dikin, ew ji nû ve pê dixin."

Berdevkê parastina sivîl bang li xelkê herêmê kir ku hevkariyê bikin û derbarê her kesê bi guman de agahiyê bidin hêzên ewlehiyê. Wî hêvî kir ku kesên berpirsiyar di demeke herî zû de werin girtin û bi tundî were cezakirin.

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.