Amerîka alîkariya darayî ya ji bo Iraqê dê kêm bike

PeyamaKurd – Li gorî Al-Monitorê, pêşnûmeya budçeya xerciyên leşkerî ya Amerîkayê dê alîkariya darayî ya ji bo Wezareta Parastinê ya Iraqê kêm bike. Her weha alîkariya darayî ya ji bo hewldanên şer dê zêde bike.
Hat ragihandin ku piştgiriya darayî ya ku ji bo Wezareta Parastinê ya Iraqê tê dayîn dê ji 189.1 mîlyon dolarî dakeve 48.2 mîlyon dolarî, û ev gav beşeke ji guhertinekr stratejîk di pêşîniyên piştgiriya Amerîkayê de bû ji bo Iraqê.
Li gorî raporê, Amerîka ajansa dijî-terorê wekî hevsengiyeke ji bo komên çekdar ên alîgirê Îranê li Iraqê dibîne.
Washington dê her weha piştgiriya darayî ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Sûriyeyê bidomîne
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.




