Malbatên Erebên hawirde bi 50 kamyonan ji Efrînê derketin

Malbatên Erebên hawirde bi 50 kamyonan ji Efrînê derketin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku karwaneke ji 50 kamyonan pêk dihat a malbatên Erebên li Efrînê hatin bicihkirin, ji bajar derketin û berê xwe dan Şamê.

Li gorî jêderên herêmê karwan ji 50 kamyonan pêk dihat û derengiya şeva 5ê Tîrmehê ji Efrînê derket.

Hate zanîn ku ew malbatên li navenda bajarê Efrînê û navçeya Raco hatibûn bicihkirin, bi xwe xelkê gundewarên Şamê bûn.

10ê Tîrmehê jî karwaneke ji zêdetirî 30 barhilgir û otombîlan ji navçeyên Şiyê û Cindirêsê derketibûn û berê xwe dabûn parêzgehên Şam û Himsê.

Piştî ketina Esed heta niha bi dehên hezar ji malbatên Erebên hawirde ji Efrîn û navçeyên wê derketine û berê xwe dane parêzgeh û bajarên xwe.

Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.