Di êrîşa çekdarên rêxistina M23an de 319 sîvîl mirin

Di êrîşa çekdarên rêxistina M23an de 319 sîvîl mirin

PeyamaKurd – Netweyên Yekgirtî (UN) ragihand ku di êrîşên rêxistina M23an ya li Komara Demokratîk ya Kongoyê de, bi taybetî êrîşên li eyaleta Kivu ya Bakûr 319 sîvîl can dane. NY bang kir ku êrîşan rawestînin.

Beşa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekgirtî got ku tenê li eyaleta Kivu ya Bakûr ya Kongoyê, rêxistina M23yê Adarê (M23) di meha borî de, di êrîşa ser  4 gundan de herî kêm 319 sîvîl hatine kuştin.

NY got ku rêxistina M23 di sala 2022an de car din derket ortê û heya niha di meha borî de êrîşên herî zêde kirine, di necamê de 319 sîvîl mirine ku di nav wan de 48 kes jin û 19 zarok hene.

Li ser mijare di daxwuyaniya ku hat dayîn de, komîserê bilind yê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekgirtî Volker Türk ragihand ku di 19ê Temmûzê de li payîtexta Qatarê li Dohayê tevî peymana agirbesê di navbera her dû terefan de hat îmzakirin jî, êrîş dewam dikin.

Turk bang kir ku dawî li êrîşan bînin û weha dewam kir:

“Tevî li Dohayê demekî berê peymana agirbesê îmza jî kirin, ji ber êrîşên M23 û grûbên din yên li rojhilatê Kongoyê ez ketim nav dehşetê.”

Tê gotin ku piraniya endamên M23an ji qebîla serokê dewleta Ruandayê ji ya Paul Kagame ne an ku ji qebîla Tutsiyan e. NY û Kongo, ji bo destekê dide rêxistina M23an Ruandayê tewanbar dike lê Runda dayîna desteka rêxistinê red dike.

Çekdarên M23an ji serê salê û heya niha di şer de payîtexta Kivu ya Bakûr Gomayê û payîtexta Kivu ya Başûr Bukavuyê xistibûn destê xwe.

Di şerê li rojhilatê Kongoyê de, ji serê salê heya niha 1 milyon kes ji ser cîh û warên xwe koç kirine.

Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.