Tammy Bruce: Amerîka ji bo aştiya mayînde piştevaniya HSDê dike

Tammy Bruce: Amerîka ji bo aştiya mayînde piştevaniya HSDê dike

PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce ragihand ku ew piştgiriyê didin hewldanên HSDê yên mayîndekirina aştiyê ya li herêmê.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce di civînha rojane ya çapemeniyê de geşedanên li Sûriyê nirxand û got, bi armanca bicihkirina ewlekarî û aramiyê ew bi hemû aliyan re danûstadinên xwe didomînin.

Bruce diyar kir, “Bi armanca entegrekirina HSDê ya li artêşa Sûriyê, em piştgiriyê didin diyaloga hikumeta Sûriyê û HSDê. Dîsa em piştgiriyê didin hewldanên HSDê yên li bakur û rojhilatê Sûriyê ên agirbesta heyî û veguherandina aştiyeke mayînde. Erka dabînkirina aştî û aramiya li Sûriyê dikeve ser hikumeta nû.”

Tammy Bruce li ser rewşa Siwêdayê jî diyar kir, rêya herî baş ya rawestandina tundiyê û pêkanîna aştiyê û çareseriya mayînde, dîplomasî ye û wiha axivî: “Amerîka kêfxweş e ku ji bo Siwêdayê navbeynkariya çareseriya mayînde dike. Herwiha li gel Fransayê ji bo ji nûve entegerasyona bakur-rojhilat ya li Sûriya yekbuyî kêfxweş in. Em bang li aliya dikin aramiyê biparêzin û li şûna xwînrijandinê nakokiyên xwe bi danûstandinê çareser bikin.”

Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.