Di helîkoptera ku ket de 8 kes mirin û 2 ji wan wezîr in

Di helîkoptera ku ket de 8 kes mirin û 2 ji wan wezîr in

PeyamaKurd – Li welatê Gana yê Afrîkayê li bajarê Aşantiyê li devera Adansi Brofoyeduyê helîkopterekî ket. Piştî ketina helîkopterê agir bi helîkopterê ket. Di qezayê de 8 kes mirin û di nava wan de 2 heb wezîr hene.

Artêşa Ganayê ragihand ku helîkoptera leşkerî ji Akrayê bi hewa ket û dema diçû bajarê Obuasiyê, ji ber radarê wenda bû. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku di helîkopterê de 3 kes muretebat bûn û 5 kes rêwî bûn.

Di qezayê de 8 kes mirin. Di nav wan de 2 wezîr û şêwrimendê serokkomar Samuel Sarpong jî hebû.

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.