Ukrayna 1000 leşkerên dîlgirtî qebûl nake

Ukrayna 1000 leşkerên dîlgirtî qebûl nake

PeyamaKurd - Serdanûstandkarê Rûsyayê Medinsky tekez kir ku Kîev 1000 dîlên şer ên Ukraynî qebûl nake û pêvajoya danûstandinê hêdî dike.

Cîgirê Serokê Rûsyayê Vladimir Medinsky, ku serokatiya şandeya Rûsyayê di danûstandinên Ukraynayê de dikir, tekez kir ku Kîevê 1000 leşkerên dîlgirtî yên Ukraynî qebûl nake û ji ber vê yekê gera sêyemîn a danûstandinê hîn dest pê nekiriye.

Medinsky di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê Telegramê wêneyek 1000 dîlên Ukraynî parve kir ku Kîevê qebûl nekiriye.

Serdanûstandkarê Rûsyayê got, "Kîevê 1000 dîlên şer ên Ukraynî red kiriye. Ji ber vê yekê gera duyemîn a danûstandinê dijwar bû û gera sêyemîn hîn dest pê nekiriye."

Medinskiy ku destnîşan kir, wî girtiyek bi navê Oleg Medinskiy ku di sala 1984an de ji Herêma Xersonê hatiye dinê, di navnîşê de dîtiye, got, "Paşnavên me yek in. Dibe ku em xizmên dûr bin. Ev careke din piştrast dike ku em yek gel in. Lê spas ji Xwedê re, me li Rûsyayê qet xem nekiriye ku girtiyên xwe bikin pola 1emîn û 2yemîn."

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.