Çaremîn Festîvala Hejîran a Teqteqê tê lidarxistin

Çaremîn Festîvala Hejîran a Teqteqê tê lidarxistin

PeyamaKurd- Çaremîn Festîvala Hejîran a devera Teqetê ku dikeve ser bajarê Koye ya Hewlêrê, roja 15ê Tebaxê dest pê dike.

Parêzgarê Teqteqê Aso Mistefa got, “Her sê festîvalên borî gihîştine armancên xwe, lewma em dê her sal berdewam bikin.”

Parêzgarê Teqteqê derbarê festîvalê de da zanîn, “Ev sala çaremîn e ku festîvala hêjîran li Teqteqê tê lidarxistin ji ber ku Teqteq bi gelek keskatî û fêkiyan û herî zêde jî bi hêjîran navdar e.”

Aso Mistefa ji K24ê kre daye xuyakirin, “Em her sal 1000 ton berhemê hêjîran tînin û em wan dişînin bajarên navxwe û yên Iraqê.”

Herwiha diyar kir, “Festîvala îsal dê roja 15ê vê mehê bê lidarxistin û dê ji bo wan kesên ku dixwazin bên festîvalê berdewam be.”

Parêzgarê Teqteqê ragihand, “Ev festîval ji bo firotina berhemên cotkaran û hem jî ji bo nasandina berhemên çandiniyê bi geştiyarên ku tên Koye û Teqteqê û hemû geştiyaran e. Her sê festîvalên borî gihîştine armancên xwe, lewma em dê her sal berdewam bikin.”

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.