Nûnera Brîtanyayê wê bi Ehmed Şera re qonaxa veguhêz gotûbêj bike

Nûnera Brîtanyayê wê bi Ehmed Şera re qonaxa veguhêz gotûbêj bike

PeyamaKurd- Nûnera Taybet a Brîtanyayê bo Sûriyê Ann Snow ragihand ku ew dê danûstandinan derbarê qonaxa veguhêz de bi Serokomarê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera û Wezîrê Derve Esed Şeybanî re pêk bîne

Nûnera Brîtanî li ser hesabê xwe yê Xê belav kir û got, ew vegeriyaye Sûriyê ji bo encamdana danûstandinan ligel serokê Sûriyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera´ û Wezîrê Derve Esed Şeybanî.

Ann Snow diyar kir ku danûstandinên wan dê li ser rewşa herêmî û qonaxa veguhêz a Sûriyê bin.

Nûnera Brîtanî da zanîn, welatê wê piştevaniya xelkê Sûriyê dike û dê di vê yekê de berdewam be.

Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.