Li Sêrtê zarokê di Çemê Kêzêr de wenda bû, cesedê wî dîtin

Li Sêrtê zarokê di Çemê Kêzêr de wenda bû, cesedê wî dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê zarokê 11 salî yê bi navê Musa Erdoğan ku ketibû Çemê Kêzêrê da xwe hînik bike lê di çem de wenda bû bû.

Esas 3 zarok ketibûn ava çem lê yek ji wan bi hewla xwe ji çem derketibû û yê din ji aliyê tîmên rizgarkirinê de hatibû rizgarkirin.

Musa Erdoğan (11) ketibû ber pêlên ava çem û tîmên AFAD, UMKE, itfaiye û cendirmeyan li deverê xebatekî mezin kirin. Di encamê xwe xwe gihandin cesedê Erdoğan.

Ji bo otopsiyê, cenazê Erdoğan birin morga nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Sêrtê.

Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.