Li Sêwerekê bi dar û keviran li hev xistin: 3 birîndar

Li Sêwerekê bi dar û keviran li hev xistin: 3 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sêwerekê di navbera du grûban de pevçûn derket û bi dar û keviran li hev xistin. Polîs ket navbera her dû grûban û wan ji hev veqetand. Lê di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Bûyer, li gundê an taxa Şirinkuyu di navbera cîranan de derket. Piştî tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Sêwerekê.

Hat gotin ku polîs hinek kesên tevlî bûyerê bûne, wan xistine binçav.

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.