Radyoya Artêşa Îsraîlê: Tenê çend hefte mane Îran bombeya atomî çêke

PeyamaKurd- Radyoya Artêşa Îsraîlê hişyariyeke metirsîdar da û ragihand, li gorî raporên îstixbaratê, Îran tenê çend hefteyan dûrî bidestxistina bombeya atomî ye. Ev hişyarî piştî operasyonên Îsraîlê yên ku tê de 9 zanyarên payebilind ên programa atomî ya Îranê hatine kuştin hatiye dayîn.
Radyoya Artêşa Îsraîlê îro 15ê Hezîranê eşkere kir, raporên îstixbaratê yên ku pêşkêşî berpirsên payebilind ên welêt hatine kirin, nîşan didin ku mijara gihiştina Îranê bi bombeya atomî, ketiye "qonaxeke pir metirsîdar". Radyoyê da zanîn ku ew agahiyên beriya şerê dawî hatine bidestxistin "zanyariyên zêrîn" in.
Li gorî heman çavkaniyê, ji bo çêkirina bombeya atomî du pêkhateyên serekî hewce ne:
Uranyuma Pîtandî: Îran bi lezeke mezin hewl dide vê yekê pêk bîne û niha gihiştiye astekê ku dikare 15 bombeyan çêbike. Tê payîn ku proseya pîtandinê piştî çend rojan bidawî bibe.
Keresteyên Çêkirinê: Îran xwediyê wan keresteyan e ku ji bo çêkirina bombeyê wek alîkar tên bikaranîn, lê heta niha ew eşkere nekirine.
Zanyarên Atomî tên armanckirin
Di heman demê de, artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand, ji sibeha roja Înê, 13ê Hezîranê ve, wan 9 zanyarên payebilind ên projeya atomî ya Îranê kuştine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev zanyar "hevkarî û beşdarî di plana rejîma Îranê ya ji bo bidestxistina çekên atomî de dikirin."
Artêşa Îsraîlê destnîşan kir, kuştina van zanyaran "ziyaneke mezin gihandiye şiyana Îranê ya ji bo bidestxistina çekên atomî."
Hêjayî gotinê ye, medyaya Îranê jî doh kuştina sê zanyarên atomî yên bi navên Elî Bakuyî Kerîmî, Mensûr Eskerî û Seîd Borcî di êrîşên asmanî yên Îsraîlê de piştrast kiribû.
9 zanyarên ku Îsraîlê kuştin ev in: Fereydûn Ebasî, Mihemed Mehdî Tarançî, Ekber Motalebzade, Seîd Borcî, Emîr Hesen Fexêyî, Ebdulhemîd Menuçêhr, Mensûr Eskerî, Ehmed Riza Zulfexerî Daryanî, Alî Bakuyî Ketarmî
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




