Di êrîşên Îranê de 10 sivilên îsraîlî can dan

Di êrîşên Îranê de 10 sivilên îsraîlî can dan

PeyamaKurd– Hate ragihandin ku di êrîşên şevê din ên Îranê de ku bi mûşekên hîpersonîk û balîstîk li ser Îsraîlê hatin kirin, bi giştî 10 kes mirin.

Li gorî zanyariyan, mûşekek li bajarê Bat Yamê li avahiyeke niştecihbûnê ket û di encamê de 6 kes mirin. Herwiha, li bajarê Tamra jî 4 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan.

Hêjayî gotinê ye, şeva borî hêzên Îranê bi mûşek û dronan êrîşî bajarên Tel Avîv, Hayfa, Bat Yam û Tamrayê kir.

Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) jî ragihand ku di saeta dawî de 7 dronên ku ji Îranê ber bi Îsraîlê ve hatibûn şandin, hatine bêbandorkirin.

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.