DYA: Dibe Amerîka bikeve nav şerê li dijî Îranê

DYA: Dibe Amerîka bikeve nav şerê li dijî Îranê

PeyamaKurd – Cîgirê serokê DYAyê J.D. Vance ragihand ku eger Îran xebatên ji bo çêkirina çekên nuklerî nede rawestandin, serok Trump dikare biryara mudaxeleya leşkerî li hemberê Îranê bide.

Vance, di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand ku heya niha ji bo bikaranîna hêza artêşa DYAyê li dijî Îranê serok Trump bi hezir tevgeriyaye û got:

“Serokê me artêşa me tenê bo parastina hemwelatiyên me û berjewendiyên me bikaraniye û di mijarê de bi hezir tevgeriyaye. Eger Îran dewam dike û ûranyûmê dewlemend bike, dibe tiştekî din û serok ji bo bernama nuklerî bide rawestandin dibe biryarên din bide ew jî di erka wî de ye û biryar ya serok e.”

Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.