DYA, wê zêdetir balafirên şer bişîne Rojhilata Navîn

DYA, wê zêdetir balafirên şer bişîne Rojhilata Navîn

PeyamaKurd – Artêşa Amerîkayê piştî şerê navbera Îran û Îsraîlê destpêkir, hebûna xwe ya leşkerî li Rojhilata Navîn zêdetir dike. Artêşê ragihand ku wê balafirên şer yên F-16, F-22 û F-35 bi armanca parastinê bişînin Rojhilata Navîn.

Rayedarê Amerîkayê yê agahiyan daye, nexwestiye navê wî derê ser çapemeniyê. Rayedar ragihandiye ku hem wê wê teqwiye balafiran bişînin Rojhilata Navîn û hem balafirên ku li herêmêne, wê wexta mayîna wan ya li herêmê dirêj bikin.

DYA niha li Rojhilata Navîn xwediyê sîstema parastina hewayî, balafirên şer, keştiyên şer û li dora 40 hezar leşkeriye.

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.