Fermandarê Hamasê Xalid Ahmed el-Ahmed hat kuştin

PeyamaKurd – Fermandarê Hamasê yê baskê leşkerî yê Tûgayên Kassem Xalid Ahmed el-Ahmed bi navê kod Ebû Îbrahîm li Lubnanê li bajarê Saydayê ji aliyê Îsraîlê de hat kuştin.
Ragihandin ji aliyê Hamasê de hat kirin. Hamasê got ku dema el-Ahmed serê siba ketiye ser rê, êrîşa hewayî kirine ser û weha dewam dike:
“Em şehîdê xwe bi serbilindî verê dikin. Wê xwîna wî li hemberê dagirkeran bêhtir rêya me rohnî bike. Wê rejîma Siyonîst hesabê vê xwînê bide. Em ê di rêya şehîdên xwe de dewam bikin. Heya em rejîma Siyonîst ji ser axa xwe bavêjin, wê cihada me dewam bike.”
Xalid Ahmed el-Ahmed, di nav Tûgayên Kassem de berpirsiyariya teknîkî û endazyariyê girtibû aliyê xwe, di rêxistinê de keda wî ya zêde hebû. Ev tê vateya gelek tiştan k udi nav Hamasê de kar kiriye.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.




