Îran zextan li penaberên Afganî zêde dike: Bi sed hezaran kes rûbirûyê dersînorkirinê ne

Îran zextan li penaberên Afganî zêde dike: Bi sed hezaran kes rûbirûyê dersînorkirinê ne

PeyamaKurd – Hikûmeta Îranê siyaseta xwe ya dersînorkirina girseyî ya penaberên Afganî didomîne. Piştî ku di 6 mehên dawî de 1.2 milyon Afganî ji welêt derxist, Tehran niha plan dike ku heta Adara sala bê 800,000 kesên din jî bi zorê vegerîne.

Wezîrê Karên Hundir ê Îranê, Îskender Momînî, ev plan piştrast kir û da zanîn ku armanca giştî ew e ku heta Adara 2026an, hejmara kesên dersînorkirî bigihîje 2 milyonan. Momînî îdia kir ku ev pêngav li gorî qanûnên derbarê kesên bê destûra rûniştinê ye û "tu têkiliya wê bi ksenofobî (biyanî-nefretî) re nîne." Tê texmînkirin ku niha nêzîkî 6 milyon Afganî li seranserê Îranê dijîn.

Bi salan e, şer, xizanî û rêjeya bilind a bêkariyê li Afganistanê dibe sedem ku bi hezaran kes bi awayekî neqanûnî sînorê 300 kîlometreyî derbas bikin û xwe bigihînin Îranê. Gelek ji van penaberan di karên giran û kêm-meaş de, wek înşaet û marketan, dixebitin û weke karkerên erzan tên dîtin.

Yek ji sedemên sereke yên vê pêla dersînorkirinê, krîza aborî ya giran e ku Îran tê de ye. Ji ber dorpêçên navneteweyî yên ku ji ber programa wê ya nukleerî hatine sepandin, aboriya welatê ku bi çavkaniyên petrol û gazê dewlemend e, di dîroka xwe de serdemeke herî dijwar derbas dike û hikûmeta Tehranê jî zextê li ser penaberan zêde dike.

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.