Hejmara şaredariyên ku ji hilbijartinên herêmî yên Tirkiyeyê pê ve qeyûm hatine tayînkirin derket 13an!

PeyamaKurd - Bi tayînkirina Şaredariya Şîşliyê re hejmara şaredariyên ku ji hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an û vir ve qeyûm hatin tayînkirin derket 13an.
Ji hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an û vir ve qeyûm tayînî şaredariyên Bajarên Mezin ên Mêrdîn û Wanê û yên Colemêrg, Batman, Dêrsîm Sêrt, Esenyurt, Halfetî, Ovacik, Bahçesaray, Akdenîz, Kagizman û Şîşliyê hatin kirin.
Şaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akkiş di 3ê Hezîranê de ji peywirê hatibû dûrxistin û li şûna wî Parêzgerê Colemêrgê Alî Çelîk weke "Cîgirê Şaredar" hatibû tayînkirin.
Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer di 30ê Cotmehê de ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û li şûna wî Alîkarê Parêzgerê Stenbolê Can Aksoy weke "Serkarê Şaredariyê" hatibû tayînkirin.
Li şûna Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk qeyûm Tuncay Akkoyun, li şûna Şaredara Batmanê Gulistan Sonuk qeyûm tayînî qeymeqam Ekrem Canalp û li şûna Şaredarê Halfetiyê Mehmet Karayilan qeymeqam Hakan Başoglû weke "Cîgirê Şaredar" hat tayînkirin.
Qeymeqam Bulent Tekbîyikoğlu di 22ê Mijdarê de li şûna Şaredarê Tunceliyê Cevdet Konak, Qeymeqam Huseyîn Şamil Sözen li şûna Şaredarê Ovacikê Mustafa Sarigül; Qeymeqamê navçeyê Harun Arslanargun di 29ê Mijdarê de li şûna Şaredarê Bahçesarayê Ayvaz Hazir wek "Cîgirşaredar" hatibû tayînkirin.
Li şûna Hevşaredarê Akdenîzê yê Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz di 13ê Çile de Qeymeqamê navçeyê Zeyit Şener û di 29'ê Çile de jî li şûna Şaredara Sêrtê Sofya Alagaş qeyûm tayînî qeymeqam Kemal Kizilkaya kiribûn "Demkarê qeyûm".
Li şûna Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, qeymeqam Ozan Balcî weke "Cîgirşaredar" hat tayînkirin.
Piştî ku Hevşaredarê Kagizmanê Mehmet Alkan bi îdiaya "Endamê rêxistina terorê ya çekdar e" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, Qeymeqam Okan Daştan bû "Cîgirşaredar".
'Elîkarê duyemîn ê Stenbolê'
Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû destpêkirin de bi îdiaya "alîkariya rêxistina terorê ya çekdar" hat girtin û li şûna wî Qeymeqamê navçeyê Cevdet Erturkmen wek "wekîlê qeymeqam" hat tayînkirin. Bi vî awayî piştî Esenyurtê Şîşli bû şaredariya din a Stenbolê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin.
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.




