Tirkiye û Iraq 11 peyman îmza kirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sûdanî bi heyeta xwe ve seredanekî fermî da Tirkiyê û ji aliyê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ve bi fermî hat pêşwazîkirin.
Heyetên her dû dewletan di nav xwe de 11 peymanan îmza kirin. Peymanên ku her dû dewlet îmza kirin di seha koçê, perwerdê, têkoşîna bi maddeyên hişbir, rêvebirina rewşa lezgîn, teknolojiya danûsitendinê û zanistê, sanayiya bergiriyê, xwendina bilind, metorolojî û hûqûqê de ne.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.