Bira, bira kuşt û paşî xwe kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li navça Beyoğlu li taxa Dolapdere bira yê bi navê Kamer Karanfilyan, bi demançê li birayê xwe yê bi navê Murat Karanfilyan xist.
Polîs û tîmên tenduristiyê li ciyê bûyerê lêkolîna xwe kirin. Bûyer li dora seet 19.00an çêbû. Sedema bûyerê nehat zanîn lê bûyer bi munaqeşê destpêkir û heya giha kuştinê. Murat Karanfilyan, li ciyê bûyerê can da. Paşî Kamer Karanfilyan xwe jî kuşt.
Piştî çûna tîman bo ciyê bûyerê cenazê her dû birayan birin tib a Edlî bo otopsiyê. Lêpirsîna polîs dewam dike.
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.