Duhok | Îsal 600 hezar ton petat ji bo bazara Cîhanê û navxwe tê hilberandin

Duhok | Îsal 600 hezar ton petat ji bo bazara Cîhanê û navxwe tê hilberandin

PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Duhokê Ehmed Cemîl ragihand ku îsal li parêzgeha Duhokê 48 hezar donim erd petat hatiye çandin û tê texmînkirin berhemê îsal  bigihîje nêzîkî 600 hezar tonan.

Ehmed Cemîl îro 1ê Gulanê ji medya Kurdistanê re eşkere kir, li parêzgeha Duhokê, 48 hezar donim bi petatan hatine çandin û ew texmîn dikin ku berhemê îsal nêzîkî 600 hezar ton berhem were.

Cemîl da zanîn, eger îsal berhemê petatan têra pêdiviyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bike, ew plan dikin ku beşek ji wê berhemê hinardeyî welatên wek Urdin, Îmarat, Qeter û parêzgehên başûr û naverasta Iraqê bikin.

PaDuhok yek ji navendên girîng ên çandiniyê li Herêma Kurdistanê ye û di salên dawî de, çandina petatan li deverê geşbûneke mezin dîtiye û bûye yek ji berhemên sereke yên stratejîk ji bo ewlehiya xurekê li herêmê. 

 

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.