Trump: “Me bi Îngîltere re peymanekî bêhempa çêkir”

Trump: “Me bi Îngîltere re peymanekî bêhempa çêkir”

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku DYA bi Îngîltere re peymana gumrikê çêkiriye û ev peyman bo wan çaxekî nû vedike.

Trump ragihandina xwe di Ofîsa Oval de kir û got ku bi Îngîltere re peyamenkî bazirganiya berfireh çêkirine. Trump got:

“Îro rojekî taybet e. Bo her dû welatan me peymanekî awarte îmza kir. Wê hûrahiya peymanê di rojên pêşiya me de zelal bibe û em ê bikin peymanekî nivîskî.”

Trump, bi rojnamevanan re axifî û got ku ne tenê bi Îngîltere re lê bi Ûkrayna re jî peymanekî îmza kirine. Trump got ku bi Ûkrayna re zebta elementên nadîde îmza kirine, peyman ji aliyê organên qanûnî yên Ûkrayna de hatiye erêkirin û wê bi peymanê bigihên elementên nadir yên bi miqdarên zêde.

Trump ragihand ku peyman ji her dû cepheyan de xwediyê girîngiya stratejîkin û wê bi serokê Ûkraynayê Zelelnskiy re hevdîtinekî dinê jî bike.

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.