Hikûmeta Demkî ya Sûriyê li Moskowê peymanan îmze dike

PeyamaKurd – Piştî serdana Serokê Sûriyeyê Ehmed el-Şara bo Moskowê, Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed el-Şebanî û Wezîrê Parastinê Murhaf Ebû Qesra li paytexta Rûsyayê man. Li gorî çavkaniyên agahdar li Moskowê, ev her du wezîr dê bi aliyê Rûsî re peymanên girîng îmze bikin.
Çavkaniyan ji ajansa nûçeyan a Siûdî Esharq el-Ewset re ragihand ku "peyman dê bi aliyê Rûsî re werin îmzekirin." Ev yek di demekê de pêk tê ku têkiliyên Rûsya-Sûriyê di pêvajoyeke normalîzasyonê de ne.
Di civîna serokatiyê ya di navbera Serok el-Şara û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de, her du aliyan li ser ji nû ve destpêkirina geştên asmanî yên di navbera Moskow û Şamê de li hev kirin. Ev gaveke piçûk ew lê nîşan dide têkiliyên dualî ber bi pêş ve diçin.
Herweha, Moskowê ragihand ku her du serokan li ser pêşeroja baregehên leşkerî axivîne, lê hûrgiliyên zêde nehatin eşkere kirin. Lêbelê, çavkaniyên Sûriyê behsa rêkeftineke pêşîn kirin ku baregeha hewayî ya Hmeymimê bi hevbeşî bê birêvebirin û balafirgeha Laziqiyê ji nû ve vebe. Her çend van hûrgiliyan heya duh ji aliyê Rûsyayê ve nehatibin piştrastkirin jî, ev yek nîşan dide ku di navbera her du welatan de li ser hevkariya leşkerî û stratejîk gotûbêjên kûr hene.
Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.




