Rêveberê SOHRê: Sûriye divê ji ezmûna pêkvejiyana Herêma Kurdistanê fêr bibe

PeyamaKurd – Ramî Ebdilrehman, serokê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), got ku civakên Sûriyê baweriya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tînin, lê heman bawerî bi artêşa Sûriyê re tune ye. Ebdulrehman di hevpeyvînekê de bi Kurdistan24ê re, helwêstên xwe derbarê entegrebûna HSDyê di nav artêşa Sûriyê de anî ziman.
Ebdulrehman diyar kir ku hîn rêkeftineke dawî ya entegrasyonê nehatiye çêkirin û tenê rêkeftineke destpêkê heye. Wî got, "Artêşa Sûriyeyê ya heyî tenê bi navê xwe heye, di heman demê de HSDyê qurbanî da û bi mêrxasî li dijî DAIŞê şer kir." Ev nêrîn dide zanîn ku HSD di şerê li dijî terorîzmê de roleke giring lîstiye, berevajî artêşa Sûriyê ya ku, li gorî wî, qels bûye.
Li gorî Ebdulrehman, DYA û welatên herêmî piştgiriyê didin yekparçeyiya axa Sûriyeyê û naxwazin Sûriye parçe bibe.
Herwiha, Ebdulrehman tekez kir ku Durzî û Elewî baweriya xwe bi HSDyê tînin. Lêbelê, wî anî ziman ku "ew baweriya xwe bi Hikûmeta Sûriyeyê ya niha nayînin ji ber ku artêş ji hejmarek komên di lîsteya terorîst de pêk tê." Ev yek nîşan dide ku pirsgirêka baweriyê ya civakên Sûriyê bi desthilatdariya heyî re cidî ye.
Ramî Ebdulrehman, ku parêzvanê dûrxistina şervanên biyanî ji artêşa Sûriyeyê ye, di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de jî behsa ezmûna Kurdî kir û got, "Li Herêma Kurdistanê pêşketineke giring çêbûye. Hemû civak û ol bi hev re bi azadî û bê pirsgirêk dijîn. Divê Sûriye ji ezmûna jiyana hevbeş a Herêma Kurdistanê sûd werbigire." Ev daxuyanî destnîşan dike ku Herêma Kurdistanê dikare bibe modelek ji bo Sûriyeyê ji bo pêkvejiyana aştiyane û pirrengî.
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




