Wê THY hefteyê 4 seferan di navbera Stenbol-Silêmaniyê de bike

PeyamaKurd- Beşa Têkiliyên Giştî û Ragihandinê ya Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê ragihand ku seferên Tirkiye û Silêmaniyê 3yê Mijdarê dest pê dikin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Li gorî wî xişteya ku ji aliyê Şîrketa Balafirvaniya Şaristanî ya Tirkiyeyê Turkish Airlines (THY) hatiye parvekirin, dê di destpêka meha bê de geştên xwe yên ber bi Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê ve dest pê bike.”
Di ragihandina Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê de hatiye diyarkirin, “Li gorî wê bernameya ku ji hêla Turkish Airlines ve ji Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê re hatiye şandin, biryar e ku geştên asmanî di navbera Stenbol û Silêmaniyê de li roja 3ê Mijdara 2025ê de bên destpêkirin.”
Hate gotin: “Bi destpêkirina geştên meha bê re, dê her hefteyê çar geşt di navbera Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê û bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê de bên kirin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, bi hinceta piştgiriya PKKê geştên asmanî yên Tirkiyeyê ji bo Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê ji roja 3ê Nîsana 2023yan ve hatibûn rawestandin. Piştre jî gelek caran dema rawestandinê hatibû dirêjkirin. Hikûmeta Tirkiyeyê ev biryar bi fikarên ewlehiyê ve girê dida.
Herî dawî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di serdana Tirkiyeyê de ji Serokomar Recep Tayyip Erdogan daxwaz kir û piştre jî biryara ji nû ve destpêkirina seferên Silêmaniyê hate ragihandin.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.





