Ûkraynayê êrîşeke tund a bi dronan bir ser Rûsyayê

PeyamaKurd – Artêşa Ûkraynayê ragihand ku hêzên wê êrîşeke bi dronên bêpîlot li ser balafirgeha leşkerî ya Borîsoglêbskê, li herêma Voronêjê ya Rûsyayê, pêk aniye.
Li gorî daxuyaniya artêşê ya li ser medyaya civakî, di êrîşê de, ku ji aliyê Hêzên Operasyonên Taybet ên Ûkraynayê ve hat organîzekirin, depoyeke cebilxaneyê û balafireke perwerdeyê hatine hedefgirtin. Her wiha, hin balafirên din jî hatine xistin, lê hûrgiliyên zêde derbarê van balafiran de nehatin biparvekirin.
Artêşê diyar kir ku ev balafirgeh baregeha sereke ya balafirên Rûsî yên cureyên Su-34, Su-35 û Su-30SM bû. Ji aliyê din ve, rayedarên Rûsî ragihand ku yekîneyên parastina hewayî yên welêt li gelek herêman balafirên bêmirov (UAV) ên Ûkraynayê xistine xwarê.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de duh êvarê de got, di nav 3 saetan de bi giştî 42 dron hatine xistin, ku 37 ji wan li herêmên Belgorodê, Briyansk û Kûrskê yên li nêzî sînorê Ûkraynayê bûn.
Parêzgarê Petersbûrgê Aleksandir Drozdenko ragihand ku 2 dron li du navçeyên cuda yên başûrê Petersbûrgê hatine xistin û çalakiyên Balafirgeha Pûlkovo ya li bajêr hatine sekinandin, lê tu zirar an birîndarî çênebûye. Waliyê Herêma Smolenskê jî diyar kir ku 3 dron li rojavayê welêt hatine xistin, bêyî ku mirin an zirareke madî çêbibe.
Waliyê Voronêjê jî ragihand ku "gelek" dron hatine îmhakirin. Rojek beriya vê êrîşê, Rûsyayê bi 539 dron û 11 mûşekan êrîşî Ûkraynayê kiribû, ku di encamê de 23 kes li paytext Kîeêvê birîndar bûn. Ev êrîş wekî mezintirîn êrîşa hewayî ya Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê ji destpêka şer ve hatibû binavkirin.
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.




