Kandilli: Li Îstenbolê erdhejekî bi dereca 4,1 çêbû

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li Derya Marmarayê nêzî navça Silivriyê erdhejekî bi dereca 4,1 seet di 14.24an de qewimî. Xelkê bineciyên wê derê ketin nav panîkê û tirsiyan.
Hat ragihandin ku erdhej di bin erdê de di kûrahiya 8,85 km yan de çêbûye.
Li gor rêjeyên AFADê erdhej bi dercea 3,8 çêbûye. Rasatxana Kanilliyê ya Îstenbolê dereca erdhejê wekî 4,1 ragihand.
Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.