Li bajarê Qersê teyrok û baran bû sedema rabûna lehiyê

Li bajarê Qersê teyrok û baran bû sedema rabûna lehiyê

PeyamaKurd – Li bajarê Qersê teyrok û barana zêde 2 roje ku dibarin û bûn sedema rabûna lehiyê. Li 2 gundên navenda Qersê li Derecik û Ölçülüyê heywan mirin, av ket nava xaniyan û axuran, erebe, traktor û alavên çandiniyê zerarê dîtin.

Li ser vê bobelata xwezayî AFAD, Îtfaiye, cendirme, tîmên rêvebiriya taybet yên bajêr û tîmên tenduristiyê çûn ciyê afatê. Xizmeta rizgarkirinê û tesbîta xesarê dewam dike.

Ava ku ket nava axur û koxan, nahêle ku xwedî bikevin navê û ew nizanin bê çi bi serê heywanên hatiye.

Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.