Rejîma Îranê jin û mêrekî Fransî yên girtî birin cihekî nenas

Rejîma Îranê jin û mêrekî Fransî yên girtî birin cihekî nenas

PeyamaKurd – Welatiyên Fransî Cécile Kohler û Jacques Paris, ku ji êrîşên Îsraîlê yên di 23yê Hezîranê de yên li dijî Girtîgeha Evînê ya Tehranê sax filitîn, ji aliyê rayedarên Îranê ve hatin veguhestin cihekî nenas.

Rayedarên Îranê tu agahî li ser cihê wan yê nû nedane, û malbata wan diyar dike ku ev jin û mêr bi tohmetên giran têne darizandin û rastî îşkenceya psîkolojîk tên.

Xwişka Cécile, Noémie Kohler, ji Iran Internationalê re ragihand ku her du girtî piştî teqînên li Girtîgeha Evînê sax filitîn, lê yekser bo cihên din hatin veguhestin. Noémieê got, “Rayedaran ji me re negotiye bê ka ew li ku ne. Cécile piştî êrîşê bo demek kurt birine Girtîgeha Qarçakê, paşê çavên wê girêdane û birine cihekî nenas. Jacques jî piştî teqînan winda ye.”

Malbat ji 28ê Gulanê ve nikare bi wan re têkiliyê deyne. Kohler û Paris di Gulana 2022yan de di dema geştekê ya bo Îranê de hatin girtin. Ew zêdetirî 3 salan in li Beşa 209em a Girtîgeha Evînê, ku di bin kontrola Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê de ye, hatin ragirtin.

Ev beş, ku ji hêla Dezgeha Human Rights Watchê (Şopandina Mafê Mirov) ve wekî “zindanek di hundirê zindanê de” tê binavkirin, bi hucreyên yekkesî û lêpirsînên dijwar tê nasîn.

Noémieê got ku ev jin û mêr bi mehan di hucreyên yekkesî de hatine ragirtin, bêyî gihîştina parêzeran. Li gorî malbatê, rayedarên Îranê Kohler û Paris bi “sîxuriya ji bo Îsraîlê”, “komploya ji bo hilweşandina rejîmê” û “gendeliya li ser rûyê erdê” tawanbar dikin, ku cezayê van sûcan li gorî rejîma Îranê bidarvekirin e.

Noémieê diyar kir ku destûr nehatiye dayîn ku ew parêzerekî serbixwe bigirin, û gihîştina wan bi dosyaya dozê jî tune ye. Wê got ku Cécile di axaftina dawî de hişyarî da ku dadwer dê biryarek “pir giran” ragihîne, û ev rewş wekî beşek ji îşkenceya psîkolojîk tê dîtin.

Noémieê rayedarên Îranê tawanbar kir ku Kohler û Paris ji bo zextê li Fransayê bikin dikin hedef, û got:

“Piştî zêdetirî sê salan di şertên nemirovane de û saxmaniya ji bombebaranan, rayedarên Îranê bi darizandina wan a bi îhtîmala bidarvekirinê îşkenceya psîkolojîk didomînin.”

Malbatê daxwaz kir ku jin û mêr tavilê radestî rayedarên Fransayê bên kirin. Fransa daxwaza berdana Kohler û Paris dike, û tohmetên li ser wan wekî “siyasî” û “bê bingeh” binav dike. Wezîrê Derve Jean-Noël Barrot ev tawanbarî wekî “neheq” şermezar kir, di heman demê de Serok Emmanuel Macron wan wekî “rehîneyên dewletê” pênase kir.

Yekîtiya Ewropayê jî Îranê bi “dîplomasiya rehîneyan” tawanbar dike, lê Tehran van îdîayan red dike û dibêje ku girtin li gorî qanûnên welêt pêk hatine.

 

 

 

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.