Larîcanî wek Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê hat tayînkirin

Larîcanî wek Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê hat tayînkirin

PeyamaKurd - Elî Larîcanî li şûna Elî Ekber Ehmediyan wek Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî hat tayînkirin.

Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan Elî Larîcanî, şêwirmendê payebilind ê Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî û Serokê berê yê Parlamentoyê, wek Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî tayîn kir.

Elî Ekber Ehmediyan ji 22ê Gulana 2023an vir ve wek Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî kar dikir.

Ajanseke nûçeyan a Fars ragihand ku Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî wê were guhertin û Konseya Parastina Neteweyî wê were damezrandin.

Di raporê de hat ragihandin ku Şêwirmendê Elî Xamineyî, Elî Larîcanî wê wek Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî were tayînkirin.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.