Serokê CHPê: Em ê sibe 10 navan ji bo komîsyonê pêşkeş bikin

Serokê CHPê: Em ê sibe 10 navan ji bo komîsyonê pêşkeş bikin

PeyamaKurd- Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel, ragihand ku wan wek partî biryar daye ku beşdarî komîsyona parlamentoyê ya bo pêvajoya çekberdana PKKê û gavên bêne avêtin bibin.

Ozel got, “Serokê Parlementoyê daxwaza me qebûl kiriye. Biryarên komîsyonê bi piraniya dengan wê bên dayîn. Em ê sibe 10 hevkarên xwe ji bo komîsyonê diyar bikin.”

Serokê CHPê da zanîn, "Tiştê ku divê bê zanîn ew e ku, ev komîsyon ne komîsyonek e ku destûrê sererast bike ye. Em bi wan kesên ku biryarên Dadgeha Destûrî bicih nayînin re destûra nû nanivîsin."

Herwiha Ozel got, “Nabe ku ti kesek ji komîsyona ku CHP tê de ye bitirse, lê divê ji ya ku em ne tê de bin, bitirsin.”

Ev nivîs 123 car hatiye xwendin.