MSD: Peymana 10ê Adarê referansa avakirina çareseriyeke siyasî ye

MSD: Peymana 10ê Adarê referansa avakirina çareseriyeke siyasî ye

PeyamaKurd- Konseya Serokatiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê civîna xwe ya asayî li dar xist. Di civînê de, li ser peymana 10ê Adarê ya di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de hate gotin ku ew peyman xaleke referansê ya niştimanî ya avakirina çareseriyeke siyasî ye.

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê di civînê tekez kir ku nenavendîtî êdî ne vebijarkeke teorîk e, lê pêwîstiyeke niştimanî ye ji bo parastina yekîtiya Sûriyeyê û misogerkirina dabeşkirineke adilane ya desthilat û çavkaniyan.

Îlham Ehmedê her wiha got, "Ti lihevkirina siyasî bêyî beşdariya tam a hemû pêkhateyên Sûriyeyê ya li ser bingeha hevparî û rûmetê, bi ser nakeve. Berdewamiya marjînalkirin û dûrxistinê dê tenê perçebûnê kûrtir bike û metirsiya hilweşîneke tam çêbike."

Li ser civîna dawî ya Parîsê MSDê bal kişand ser girîngiya beşdariya navneteweyî, bi taybetî beşdariya Nûnerê Amerîkayê Thomas Barrack, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî û destnîşan kir ku berteka Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê nîşan dide ku civaka navneteweyî hîn jî çareseriyeke siyasî wekî pêkan dibîne.

Konseya Serokatiyê ya MSDê biryar da ku dest bi diyalogeke niştimanî ya berfireh bike ku tê de pêkhateyên siyasî, etnîkî, olî û civakî yên cihêreng ên Sûriyeyê li hev bicivin.

Hate diyarkirin, armanc ew e ku ji bo derbasbûneke siyasî ya rastîn a ber bi Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî ve ku li ser bingeha dadmendî, wekhevî û hemwelatîbûnê ye, nexşerêyek were amadekirin.

Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.