Netanyahu: Wê êrîş berdewam bikin!

Netanyahu: Wê êrîş berdewam bikin!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku operasyonên li dijî Hûsiyan wê piştî êrîşên asmanî yên li ser paytexta Yemenê, Sana, berdewam bikin. Wezîrê Parastinê Yisrael Katz îdia kir ku wan li Qesra Serokkomariyê xistiye.

Li Yemenê, di navbera Îsraîl û Hûsiyan de alozî zêde dibe. Piştî êrîşên asmanî yên li ser Sana, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku Hûsî dê ji bo êrîşên xwe yên li ser Îsraîlê bedelên giran bidin.

Netanyahu got, "Kî êrîşî me bike, em ê êrîşî wî bikin. Hûsî vê yekê bi awayekî dijwar fêr dibin."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz îdia kir ku di êrîşên asmanî yên li ser Sana de Qesra Serokkomariyê ya Yemenê hatiye xistin. Katz herwiha diyar kir ku depoyên sotemeniyê û santralên elektrîkê jî hatine hedefgirtin û ku êrîşên li ser binesaziya Hûsiyan wê berdewam bikin.

Li Yemenê, televîzyona El Masîra ya girêdayî Hûsiyan ragihand ku şîrketeke petrolê û depoyeke sotemeniyê li paytext Sanayê di êrîşên Îsraîlê de hatine hedefgirtin, du kes hatine kuştin û 35 kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku êrîşan baregeha leşkerî ya ku Qesra Serokkomariyê û tesîsên enerjiyê lê ne hedef girtine.

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.