Li Duhokê di berhema tirî de rekor hat şikandin: 60 hezar ton

PeyamaKurd- Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Parêzgeha Duhokê Ehmed Cemîl eşkere kir, bi saya piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berhema tirî li parêzgehê bi awayekî berbiçav zêde bûye û tê pêşbînîkirin ku îsal bigihîje 60 hezar tonî.
Ehmed Cemîl ji K24ê re daye xuyakirin, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke mezin daye sektora çandiniyê û ev yek bûye sedema geşbûna berhemên navxweyî û da zanîn, Parêzgeha Duhokê di vî warî de bûye mînakeke sereke û di berhemanîna tirî de li ser asta Iraqê ketiye pêş.
Rêveberê Çandiniya Dihokê got: "Parêzgeha Duhokê bi berhema xwe ya tirî navdar e û li gorî amarên me, nêzîkî 39 hezar donim erd bi rezan hatiye çandin. Ev yek jî bûye sedem ku em di berhemanîna tirî de li ser asta tevahiya Iraqê bibin yekem."
Cemîl got, li parêzgehê zêdetirî 105 cureyên cuda yên tirî têne berhemanîn, ku hinek ji wan li ser asta cîhanê jî kêm peyda dibin. Ji bo danasîn û pêşandana vê berhema dewlemend jî, salane pêşangeh û festîvalên taybet têne lidarxistin.
Herwiha Ehmed Cemîl bal kişand ser ku, berê yek ji pirsgirêkên herî mezin ên cotkaran firotina berhemên wan bû. Lê belê niha bi saya gavên hikûmetê û hatina veberhêneran, ev pirsgirêk hatiye çareserkirin.
Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.




