Nûnerê Xamaney: Bêçekkirina Heşda Şeibî xeyalek e

Nûnerê Xamaney: Bêçekkirina Heşda Şeibî xeyalek e

PeyamaKurd- Nûnerê Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaney li Iraqê, Ayatullah Muceteba Huseyîn ragihand, daxwazên Amerîkayê yên ji bo bêçekkirin an belavkirina Heşda Şeibî li Iraqê, "xeyaleke bêber" e.

Muceteba Huseyîn, îro Yekşemê, li ser yasaya Heşda Şeibî û şerê 12 rojî yê bi Îsraîlê re nirxandin kirin û got, "Ger Îran di dema şerê 12 rojî de tavilê bersiva êrîşa Îsraîlê bida, dê wek destpêkera şer bihata dîtin; lê derengmayîna bersivê ya bi qasî 18 saetan, şans da cîhanê ku bibîne Îran tenê xwe diparêze."

Huseyîn pesnê artêşa Îranê û Pasdarên Şoreşê da û îdia kir ku bersiva Îranê ya ji bo êrîşên Îsraîlê, ji Îranê re li seranserê cîhanê rûmet û navdarî anîye.

Li ser piştgiriya gelê Iraqê jî got: "Ciwanên Iraqî, şer wek şerekî li dijî Eniya Berxwedana Îslamî, Şîeyan û Îslamê dîtin û xwestin tevlî şer bibin" û li ser daxwazên Amerîkayê yên ji bo belavkirina Heşda Şeibî diyar kir, "Ev xeyaleke bêber e. Gelê Iraqê ti carî vê qebûl nake. Endamên Heşda Şeibî, di eniya Komara Îslamî û Berxwedana Îslamî de hêzeke berxwedêr, perwerdekirî û çekdar e."

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.