Medyaya Amerîkî: Pentagon nahêle Ukrayna moşekên menzîldirêj li dijî Rûsyayê bikar bîne

PeyamaKurd- Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal (WSJ) ragihand ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) rê li ber Ukraynayê digire ku bi moşekên menzîla dirêj ên Amerîkî êrîşî Rûsyayê bike.
Hate diyarkirin, Amerîka wê Pergalên Moşekên Taktîkî yên Artêşê (ATACMS), ji bo êrîşkirina armancên li nava Rûsyayê bikar bîne, lê belê "Dema ku Koşka Spî hewl dide Pûtîn razî bike ku beşdarî danûstandinên aştiyê bibe, pêvajoyek jî ji aliyê Pentagonê ve tê meşandin”.
Li gorî wê pêvajoyê Pentagon, rê li ber Ukraynayê digire ku bi moşekên menzîldirêj êrîşan bibe ser nav kûrahiya axa Rûsyayê.
Hate diyarkirin, biryara bikaranîna çekên menzîla dirêj, di destê Wezîrê Parastinê Pete Hegseth de ye.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.




